Babe Şêx: Pirsa Êzidiyan kirine pirseke siyasî

Babe Şêx: Pirsa Êzidiyan kirine pirseke siyasî

Babe Şêxê Êzidiyan Elî Îlyas ragihand, pirsa Şingalê û Êzidiyan kirine pirseke siyasî û daxwazê ji hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî dike, kêşeya Êzidiyan çareser bikin.

Îro Çarşemê 2yê Mijdara 2022yan, Babe Şêxê Êzidiyan û Serokê Cıvata Rûhanî ya Êzidiyan Elî Îlyas di roja duyem a Dîdara MERI de li Hewlêrê ragihand, pirsa Şingalê û Êzidiyan hatiye siyasîkirin û got, êdî kêşeya Êzidiyan kêşeyeke navxweyî nîne û daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê û civaka navdewletî kir, kêşeya Êzidiyan çareser bikin.

Li ser jenosîd nasandina komkujiya Êzidiyan, Babe Şêx rexneyên tund li hikûmeta Iraqê girt û diyar kir, heta niha Herêma Kurdistanê û 11 welat komkujiya Êzidiyan jenosîd nasandine, lê belê hikûmeta Iraqê nekiriye û got: “Eger vê yekê neke, gelo dikare çi ji bo me bike, çawa kêşeyên me çareser bike û welatiyên me qerebû bike?”

Pustên heman beş