PKKê nasnameya 5 ciwanên din yên Kurd eşkere kir

pkk-zarok-ciwan-kurd-turkey-kurdistan-hpg-kck-npg-info

Rêxistina PKKê nasnameya 5 ciwanên din yên Kurdan eşkere kir ku 4 mehan berê bi destê artêşa Tirk dane kuştin û ji nû ve mirina wan ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, duh roja çarşemî 2/11/2022 ê nasnameya 5 çekdarên xwe 2 jê jin eşkere kir, du jê li 17 xizîrana îsalê, du jê li 14 tebaxa îsalê û yêk li 6 tebaxê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û paş derbasbûna çend mehan ji nû ve mirina wan îlan kiriye.

Ev çekdarên HPGê ji Amedê, Şirnexê û Sêrtê yê, Bakurê Kurdistanê, her wiha Hesekê û Dêrkê yên Rojava welat in.

PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedke yên ku li meh û salên berê bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin û paş derbasbûna salan ji nû ve mirina wan îlan dike.

Pustên heman beş