Îranê bi rêya dironan baregehên Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêzê li parêzgeha Silêmanyê, her wiha baregeha partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Koyê bombebaran kirin û hejmareke şehîd û birîndaran li pey vê êrîşê hatin.
Îro roja duşemî 14\11\2022ê, danê sibê, Îranê bi mûşekan êrîşî baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li qezaya Koyê kirin û hejmareke şehîd û birîndaran li pey vê êrîşê hatin.
Rêveberê nexweşxaneya Koyê Şêrwan Celal ragihand, hejmarek şehîd û birîndar gihîştine nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku ji ber metirsiya li ser jiyana xwendekar û mamosteyan, dibistan hatine valakirin.
Her îro 3 firokeyên bêfrokevan êrşî baregehên Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistana Îranê kirin, lê çi ziyanên giyanî çênebûn, ji ber ku ew baregeh berya niha hatbûn valakirin.