Gerîlayekî PKK ê: destdirêjiya seksî li ser min hatiye kirin

Gerîlayekî PKK ê: destdirêjiya seksî li ser min hatiye kirin

Ti kes tune ku ji PKK ê veqete û bi dehan serpêhatîyên nexweş di mejîkê xwe de hilnegirtibin, ger ji tirsa PKK ê nebe dibe çîrokên wusa nexweş ji van kesane bihên bihîstin ku mirov nikare xwe li ber bigre, lê şerma ji civakê û tirsa ji PKK ê rê li van kesane digire serpêhatîyên xwe ji gel re vebêjin daku gel rastiya PKK ê fêm bike.

Rûpela Darka Mazî, di vê nivîsa xwe de wê basî serpêhatiya yek ji gerîlayên ji PKK ê qut bûyî bike, serpêhatiyek ewqas dil bi êş û nexweş û dûr ji çand û kiltûra kurdan ku mirov şerim ji xwe dike bas bike, lê li ser daxwaza gerîlayê ev yek bi serî hatî û ji boy perde ladana li ser rûyê PKK ê emê vê serpêhatîyê ji şopînerên xwe re parve bikin.

Yek ji gerîlayên PKK ê yên ku ji vê rêxistinê veqetiyaye di nameyekî de ji Darka Mazî re basî wan tawanan dike yên di nava PKK ê de derheq wî de hatine kirin, navê vî gerîla “E.S” ew dibêje ji boy parastina jiyana xwe û ji ber kiltûr û çanda kurdan ya dûr ji van karên derheq wî de hatine kirin, naxwaze navê wî bi temamî were eşkerekirin.

Serpêhatiya “E.S” ya di nava PKK ê de bi kurtî bi vî awa ye:

Ez jî weke ciwanên din yên kurd ku PKK ê ji dûr ve nas dikin, ji ber eşqa Kurdistanê û azadkirina Kurdistanê tevlî refên PKK ê bûm, ez pir kêf xweş bûm ku karîm tevlî refên PKK ê bibim, lê piştî hin mehên kêm ku ez di nava PKK de mayî û min rastiya PKK ê fêm kirî û bi dehan tawanên PKK ê bi çavê xwe dîtîn, ez pûşman bûm û min fêm kir ez ber bi rêyeke şaş çûme, PKK e ne ew rêxistina kurdîye ya ku min di mejîkê xwe de wêneyek jê çêkirî, PKK e ne ji bo azadiya Kurdistanê belku ji boy bindestkirina kurdan û tepeserkirina bizavên wan yên netewî ji aliyê mîta Tirkiyê ve hatiye çêkirin, PKK e cehenemeke ji boy her kurdekî.

Temenê min hêjan negihabû 18 salan dema li herêma Şedadê ya Rojava Kurdistanê di Yekîneya gerok ya “Şehîd Zelal” de ez rastî destdirêjiya seksî hatîm, belê, di payîza sala 2017an de li Şedadê du çekdarên YPG ê yên bi kod navên “‘Egîd Rojhilat û Qendîl Hewlêr” destdirêjiya seksî li ser min kir, min nekarî vê yekê ne ji hevalên xwe re û nejî ji berpirsyarên xwe re bibêjim, ji ber ku qet nedihat bawerkirin şervanek rastî karekî bi vî awa were, ji neçariya xwe min ev tawana derheq min de hatiye kirin veşart, lê çîroka min li virr bi dawî nebû, belku ev bû destpêka kabûsa min ya di nava PKK ê de.

Li sala 2018an li Akadîmîya “şehîd Hisîn Mahir” ya hêzên taybet yên PKK ê ku dikeve gundê “Dirginê” yê devera Nihênîyan li Başûrê Kurdistanê, dîsa ez ji aliyê çekdarekî hêzên taybet yên PKK ê rastî destdirêjiya seksî hatim, navê vî çekdarê PKK ê ku destdirêjiya seksî li min kirî “Yocel” bû ew ji “Beyt El Şebab” û ji Hoza Guyî bû, dîsa min curet nekir vê yekê ji berpirsên xwe re bibêjim.

Min ji du hevalên xwe yên bi navê “Herdem Quser û Qerar Amed” bihîst ku li sala 2018an “Yocel” destdirêjiya seksî li ser gerîlayekî din jî kiribû. Hêzên taybet yên PKK ê ku “Yocel” jî di nav de cî digirt bi karê înfaza wan kesan radibûn ku êrîşî çekdarekî PKK ê kiribe yan yek ji wan kuştibe, min bihîst ku li sala 2021an li devera Ava Şîn “Yocel” yek ji çekdarên PKK ê jî kuştibû , mixabin, lê min nezanî navê çekdarê hatiye kuştin û sedema kuştina wî çi bûye.

Ev ew bû ya bi serê min bi xwe hatî, çîrokên din yên bi vî awa ne hindikin, bi sedan kesên din yên weke min hene ku di nava PKK ê de bi vî awa destdirêjiya seksî li ser hatiye kirin, lê nikarin deng bikin.

Dûr ji vê ya ku bi serê min hatî, li dawiya sala 2021an, min ji hevalên xwe bihîstiye ku du çekdarên PKK ê  li çiyayê Gare reviyane û xwastine ji vê dojeha bi navê PKK ê xwe rizgar bikin, lê belê, mixabin ew du heval ku yek jê keç bû hatîne girtin, gerîlaya keç hatiye eşkencedan û  zindankirin lê gerîlayê kur rasterast hat kuştin.

Ya rast li çiya têkilîyên seksî di nêvbera keç û kurên gerîla de rû dide, ev tiştekî xwezayî ye û ti kes nikare rê lê bigre û înkar bike, dema têkilya seksî di nêvbera keç û kurên gerîla de çêdibe ew tên desteserkirin û zindankirin, ew tên neçarkirin ku xwe rexne bikin, piştî demekî di zindanê de dimînin û xwe rexne dikin ew tên serbest berdan.

Ne bi tenê di nêvbera çekdarên keç û kur de, belku di nêvbera çekdarên keç bi xwe de jî karên seksî tên encamdayîn, hevregezxwazî di nava çekdarên PKK ê de heye, min bihîst ku li herêma Zapê di nêvbera du çekdarên jin de ku mixabin bi tenê navê yek ji wan li bîra min maye ku ew jî bi kodnavê “Tekoşîn Cudî” dihat naskirin û jine gerîlayek din de têkilîyên seksî hebûne, lê piştî ev yek hatiye hînbûn herdu hatine girtin û zindankirin.

Belê, ev rûyê PKK ê yê dirist e, ger hûn bixwazin PKK ê nas bikin, nabe bi ken û biskên ciwan yên keçe gerîlayên di çapemeniya PKK ê de tên nîşandan bihên xapandin, nabe bi dîlana komek gerîlayan, bi sitranekî, bi wêne û vîdyo yekê yan bi axaftinekî hûn weke min bihên xapandin, di rastiyê de PKK e dojeheke ji boy tev kurdan.

Pustên heman beş