Derewên PKKê li ser Herêma Kurdistanê bi dawî nabin

Rojnews-pkk

Nûçeya «Roj News» ê ya ku digot: “PDKe nahêle weşanên Rojava derbasî Başûr bibin” jî derew derket

Medyaya PKKê li Silêmaniyê weşana xwe dike «Roj news», bi berdewamî nûçeyên derew li dijî Herêma Kurdistanê belav dike. Di nûçeya herî dawî di Roj news de hatibû nivîsandin ku rayedarên Herêma Kurdistanê rê nedan weşanên Rojava beşdarî festîvaleke Silêmaniyê bibe.

Di nûçeya 13 ê Mijdarê ya Roj News ê de hat belavkirin, “Rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û rêveberiya Deriyê Sînor ê Pêşxabûr, destûr nedan Weşanxaneya Şîlêr beşdarî 4 emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a ku li Silêmaniyê bibe. Di derbarê vî babetî de berpirsê derîyê Pêşxabûr Şewket Berbuharî got: «Kesî daxwazeke wiha ji me nekirî ye».

Çavkaniyên DarkaMazî li ser vê nûçeyê lêkolîn kirin. Rêveberê dergehê Sêmalka Şewket Berbuharî diyar kir ku tu serlêdaneke wiha li wan nehatiye kirin. Rêvebirên derîyê Sêmalka di mijarên wiha de ne xwedî helwesteke keyfî ne. Îdîayên ku li me tên kirin buxtan in. Di vî warî de, pir caran nûçeyên derew û xapînok têne çêkirin. Divê gelê me bi van nûçeyan bawer neke. Em her tim dixwazîn ku xebatê dergehî bi hêsankirina bimeşe”.

DarkaMazî berê jî nûçeyên derew yên li ser deriyê Sêmalka yên ku medyaya PKKê balav kiriî deşîfre kiribû.

PKKe xeta Şingalê bikar tîne

Darka Mazî bi lêkolîna xwe da zanîn ku pêkhateyên girêdayî PKKê li ser xeta Şingal, Mûsil, Mexmûr û Kerkûkê şûna Sêmalka bikar tîne. Ango rêya Şingalê di şixulîne.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku PKKe ev demeke dirêje rêya Şingalê-Rojava bi kar tîne û kadro, rêveber, çek, pere û pêdvîyên lojîstîkî li ser devera Şingalê temîn dike. Bi destûra taybet a Heşda Şebî ji bo derbasbûna kes û pêdvîyên PKKê yên tên Şingalê re derbas dibe. wesayîtên PKKê bi kaxizên destûrê ya Heşda Şebî çûn û hatina Mûsil û Mexmûr û deverên dine dikin. Bi rastî jî piraniya caran bêyî ku li Mexmûrê raweste rasterast diçe Kerkûkê û derbasî Silêmaniyê dibin.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, li xweringehên ser xeta Mûsil-Kerkûk-Silêmaniyê her tim wesayîtên PKKê tên dîtin.

Gelo ev nûçe ji bo kamûflekirina astengkirina Kongireya ENKSê hate çêkirin?

Rêveberiya Rojava ya girêdayî PKKê PYDê û hêzên ser bi wê ve nehiştin ENKSe kongireya xwe li Rojava pêk bîne. Du roj beriya ku kongire were astengkirin, li deriye sînorî alîyê Rojava ve binpêkirina mafek din pêk hat.

Rêveberiya PYDê ya deriyê Sînorê Sêmelka rê neda Endama Meclîsa Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) Esmaxan Dawûd derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Roja payre jî Asayîşa PYDê rê li lidarxistina Kongireya ENKSê girt.

Tê texmînkirin ku PKKe ji bo binpêkirina mafan û astengkirina Kongireya ENKSê veşêre ev nûçeya derew ya ku dibêje PDKe rê nade “Weşanxane tevlî festîvalê bibin” çêkiriye.

Şêweyê PKKê: Parastina herî baş êrîşe

Tişta ku di şêwaza giştî ya PKKê de derdikeve pêş gava ku ew neheqe êriş dike ser dewr û berên xwe. PKKe li ku derê dibêje “Neheqî li min tê kirin” bizanin ku neheqî ji aliyê PKKê ve tê kirin. Li cihê ku PKKe hinekên din bi sîxurî sûcdar dike, tê dîtin ku têkilîyên PKKê bi hêzên ku behsa dike re heye.

Ev rastiyeke ku PKKe di warê medyayê de xwe baş birêxistin dike û bi rêya ragihandinê bêbextî û faşîzma xwe vedşêre. Faşîzm û komploya medyaya PKKê pêk tîne heta niha baş nehatîye dîtin û îfşa kirin.

Pustên heman beş