9 sal di ser serdana dîrokî ya Serok Barzanî bo Diyarbekirê re derbas bûn

9 sal di ser serdana dîrokî ya Serok Barzanî bo Diyarbekirê re derbas bûn

Di rojeke wekî îro ya sala 2013ê de Serok Barzanî da ku piştgiriya Pêvajoya Aşitiyê û çareserkirina pirsa Kurdî, serdana Diyarbekirê kiribû û peyamên berdewamî û serketina pêvajoyê dabû.

Ev serdana dîrokî di demekê de çêbûbû ku Pêvajoya Aşitiyê nû dest pê kiribû. Xelkê Bakurê Kurdistanê bi kelecanî çaverêya dawîbûna şerî dikir û serdana Serok Barzanî jî rola wî ya navbeynakariyê bi zelalî radixist ber çavan.

Lê pêvajo piştî danûstandinên bêencam ên aliyan di Tîrmeha 2015ê de şikest û şerekî dijwar di navbera PKKyê û arteşa Tirkiyeyê de destpêkir û Tirkiyeyê jî bi hincetê vê, şerî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê belav kir.  Arteşa Tirkiyeyê ev heft meh in li Zapê ji bejahî û asimanî ve operasyoneka berbireh birêve dibe.

Li gor ragihandina Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê di şerê Zapê de 455 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane, 577 şikeft û sitargehê wê rêxistinê hatine jinavbirin û nêzikê 100 leşkerên Tirkiyeyê jî hatine kuştin.

Baskê leşkerî yê PKK yê Hêzên Parastina Gel HPG jî eşkere dike ku, 2 hezar û 554 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin, hêzên wan 11 helîkopter xistine xwarê û du tank jinav birine. HPG di derheqê windahiyên xwe de jî diyar dike ku, 174 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.

Lê digel van amaran, hêviya pêvajoyeka nû ya çareseriyê hê jî zindî ye. Hefteya borî serdana şandeke AK Partiyê bo firaksiyona HDPyê bû sedem ku egera destpêkirina Pêvajoya Çareseriyê careke din li rojeva Tirkiyeyê zêde bibe.

Lê biryarderê destpêkirina pêvajoyeka nû di vê serdemê de ji bilî siyasetmedaran, girêdayî razîkirina bûrokrasiya dewleta Tirkiyeyê û derûniya civaka Tirk e.

Pustên heman beş