Leşkerekî Tirkiyê li Zap-Avaşînê hat kuştin

turkey-army-zap-Sinan-Inak

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di êrîşa PKKê de leşkereî wî welatî li herêma operasyona Pence-Kilîd ku navçeyên Zap-Avaşîn li xwe digire, hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, îro li herêma operasyona Pence-Kilîdê di nav axa Herêma Kurdistanê de PKKê êrîşî leşkerên wî welatî kiriye û di encam de leşkerek hatiye kuştin.

Navê leşkerî ku hatiye kuştin, Sinan Inak hatiye ragiahandin û pileya wî Çawuşê Pispor bûye.

Li gor medyaya Tirkiyê, ew leşker xelkê navçeya Dûziçî ya parêzgeha Osmaniyeyê bûye.

Li aliyekî din, Wezareta Berevaniya Tirkiyê sibeha îro di daxuyaniyeke din de ragihand, ku li heman herêma operasyona Pence-Kilîd 2 gerîalyên PKKê jî canê xwe ji dest dane.

Pustên heman beş