PKKê li Şingalê dest daniye ser dibistanekî xwandina Kurdî

PKKê li Şingalê dest daniye ser dibistanekî xwandina Kurdî

Berpirsekî perwerdê li qeza Şingalê ragehand, PKKê dest daniye ser dibistanekî xwandina Kurdî û rê nade ku zêdetirî hezar xwandevanan bi zimanê Kurdî di wê dibistanê de bixwînin û dixwazin dibistanekî xwe jî di wê dibistanê de vekin.

Berpirsê koordînatorê rêveberiya perwerdeya qeza Şingalê Şehab Ehmed ragehand: ‘’Naha çekdarên PKKê li Şingalê dest danîne ser dibistana Zerîfa Usê, ku dibistanekî xwendina Kurdî ye û nahêlin zêdetir ji hezar xwandevanan di wê dibistanê de bixwînin û dixwazin dibistanekî xwe jî di wê dibistanê de vekin, ku ji aliyê Wezareta Perwerde ya Iraq û Herêma Kurdistanê ve bawerî pê nehatiye dayîn. Ji ber wê em daxwazê ji dayîk û bavan dikin, zarokên xwe neşînin bo ti dibistanekî PKKê, ji ber dibistanên wan xwedî bawerî nînin û bi ti awayekî bawernameyên wan kar pê nayê kirin.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Zêdetir ji hezar xwandevanî li Şingalê di dibistana Zerîfa Usê de bi zimanê Kurdî dixwînin. Mixabin PKK bûye rêgir û asteng li pêş proseya xwandin û zanist û temamê aliyên din ên jiyanê li Şingalê. Ev jî bandoreke xirab li ser paşeroja zarokan çêdike. Hêvîdarim ti kesek zarokê xwe neşîne xwendingehên PKKê, ji ber ti paşerojekî wan nabe.’’

Navborî diyar kir: ‘’PKK dixwaze dibistanekî xwe di nav dibistanê de veke, eme dijî wê kiryara PKKê ne, di dibistana Zerîfa Usê de du dewamên xwendinê têde dê bê kirin. Naha PKKê dest li ser daniye û dixwaze dibistana xwe têde damezrîne.’’

Pustên heman beş