Tirkiyê çend deverên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin

rojava-turkey

Balafirên şer yên Tirkiyê îro danê sibê çend deverên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin, wezareta bergirîya Tirkiyê ragihandîye: Dem dema tolhildanêye.

Îro roja yekşemî 20\11\2022ê serê sibê, dewleta Tirkiyê operasyoneke asmanî ya berfireh li Herêma Kurdistanê pêk aniye û çiyayê Qendîl û çiyayê Sosiyan bombebaran kiriye, li Rojavayê Kurdistanê jî her yêk ji Dêrkê, Kobanê, Şehba, Zirgan hatine bombebaran kirin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê gotiye: “li Herêma Kurdistanê jî û Rojava Kurdistanê baregehên ku ji bo êrîşên terorê yên li ser welatê me tên bikaranîn hatin bombebaran kirin”.

Fermandarê giştîyê Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSDê) Mazlûm Ebdî di Twîtterê de wiha got: “Ev êrîş ne di berjewendîya tu kesî de ye û emê bi hemû hêza xwe rê li her karesatekê bigirin, lê eger şer çêbibe dê her kes ziyanê bibîne”.

Pustên heman beş