PKKê 5 keçên din yên Kurd dan kuştin

PKK-kic-kec-ciwan-kurd-kurdistan-matin-metin-turkey-hpg (1)

Rêxistina PKKê nasnameya 5 çekdarên xwe yên keç ragihand ku 3 mehan berê di berxwedana xwe ya saxte de li Başûrê Kurdistanê dane kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja sêşemî 22\11\2022 ê nasnameya 5 çekdarên xwe yên keç eşkere kir ku li tebax û îlona îsalê li çiyayê Metînayê yê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

HPGê berê van ciwanan jî weke bi hezaran ciwanên din daye mirinê û paş derbasbûna 3 mehan li ser jiyan ji destdana wan, ji nû ve hatiye û dibêje me hevalên xwe wenda kirin.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş