Di civîna Serokê YNK’ê pêkanî de kê nûneratiya PKK’ê dikir?

Di civîna Serokê YNK’ê pêkanî de kê nûneratiya PKK’ê dikir?

Di civîna beşek ji partiyên Başûrê Kurdistanê de ya bi Bafil Talebanî Serokê YNK’ê re, tevî ku daxwaz ji Cemîl Bayik û Mezlûm Ebdî jî hatbû kirin beşdarî civînê bibin, lê ew amade nebûn û bi tenê bi nameyekî beşdar bûn.

Li gor agahiyên taybet yên Darka Mazî, di civîna roja 24/11/2022an ya ku li mala Mam Celal ya li bajarokê Dûkanê hatiye encamdayîn de, PKK’e amade nebû di astekî blind de beşdar bibe û bi tenê yek ji kadroyên xwe yên başûr bi navê Tara Hisên Hevseroka Tevgera Azadî weke nûnera xwe şand civînê.

Bafil Talebanî serokê YNK’ê, di civîna ku bi hênceta guftûgo kirin li ser pirsgirêkên navxwe yên Herêma Kurdistanê li mala bavê xwe li bajarokê Dûkanê li dar xistî de eşkere kiriye ku wî daxwaza amadebûnê ji her yek ji Cemîl Bayik û Mezlûm Ebdî jî kiriye ku beşdarî civînê bibin, lê ew nekarîne amade bibin, Serokê YNK’ê di vê civînê de bi amadebûyan re ragihandiye ku van kesane nameyek şandiye û ji amadebûyan re ew name xwend.

Bafil Talebanî dixwaze wusa nîşan bide ku tev partiyên Kurdistanê daxwaz kirine civînê, lê ya rast eve ku bi tenê partiyên opozisyon û partiyên dijberî PDK’ê daxwaz kiribûn, serokê YNK’ê her yek ji PKK’e û PYD’e jî daxwaz kiribûn civînê, lê bi ti awa daxwaza amadebûna civînê ji t partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Partiyên Rojava û Bakurê Kurdistanê yên ne bi PKK’ê re nekiribû.

Pustên heman beş