Ji PKKê dîsa kuştina zarokên Kurdan

pkk-zarok-kurdistan-kurd-kurdi

Partiya karkerên Kurdistanê nasnameya 3 ciwanên din ragihand ku ew jî weke bi hezaran ciwanên din yên Kurdan di berxwedana xwe ya saxte de li Başûrê Kurdistanê dane kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê ji 23 vê mehê ve, nasnameya 3 çekdarên xwe eşkere kir, yêk jê li 13 tebaxa îsal 2022 li Xakurkê û yên din li 30 gulana sala rabûrî 2021 her li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin.

HPGê mirina van sê ciwanan jî weku bi hezaran ciwanên din salek û şeş mehin veşartî hişitbû û ji nû ve hatiye û gotiye me hevalên xwe wenda kirine û her wiha dibêje ew layîqî Apo derketin!

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên ciwan, zarok û keçên Kurdan di medyaya xwe de parvedike yên ku di sal û mehên derbasbûyî de hatine kuştin û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve tê û mirina wan îfşa dike.

Tê texmîn kirin bi hezar ciwanên Kurdan mabin yên ku rêxistina PKKê heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştîye.

Pustên heman beş