Qasim Şeşo: Tirkiyê wê êrîşa bejayî li ser Şingalê bike

qasim-shasho-sjimgal-sijar-turkey

Xelkê Şingalê ji amadekariyên Tirkiyê yên ji bo êrîşa bejayî ya li ser Rojavayê Kurdistanê ditirsin û dibêjin piştî rojava êrîşa bejayî ya Tirkiyê li ser Şingalê destpê dike û careke din Êzdî dibin qurbanî.

Kesayeta Êzdî û fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî Tirkiyê êrîşa bejayî li ser Rojavayê Kurdistanê destpê bike, eger heye piştre jî ji ber hebûna grubên neyasayî êrîşa bejayî li ser Şingalê bike.’’

Qasim Şeşo got: ‘’Naha li Bab Şilu ya Şingalê grubên neyasayî amadekariyên binerd ên şer dikin, bi taybet eger Tirkiyê êrîşa bejayî li ser Rojavayê Kurdistanê destpê bike, tê zanîn piştî rojava jî Tirkiye dê êrîşa bejayî li ser Şingalê bike. Em hêvîdarin berî ku Tirkiye êrîşa bejayî bi bahaneya hebûna grubên neyasayî ve li ser Şingalê bike, ew grubane Şingalê vala bikin, ku ciwanên Êzdî neyên kuştin.’’

Herwaha got: ‘’Eger êrîş li ser Şingalê bê kirin, grubên neyasayî ciwanên Êzdî û ew xelkê ku vegeriyaye Şingalê dê bikin mertal û ew jî dibe metirsî li ser jiyana xelkê û di encamê de Êzdî dibin qurbanî.’’

Pustên heman beş