Berpirsa îstixbarata PKKê “Fatma Onur” ya ku li Şengalê hatiye kuştin kî bû?

Fatma Onur

Îstixbarata dewleta Tirk, dirbeke mezin li PKKê xist û yêk ji rêvebrên rêxistinê yên îstixbaratê bi operasyonekê ku li Şengalê hat encam dayîn, kuştin.

Îro roja çarşemî 30/11/2022 hat ragihandin ku Balafirên keşfê yên dewleta Tirk, otomobîleke PKKê li Şengalê hedef kir û berpirsa îstixbarata rêxistinê ya Şengalê ya bi navê Fatma Onur û bi kodnavê Kinda Mereş, tê de kuştin.

Fatma Onur ya ku di nav îstixbarata PKKê de ye û xebatên curbecur dimeşîne, ketbû di lîsteya hedefê ya MÎTê de, bi taybetî li herêma Silêmaniyê û gundewarên wê.

Li gorî agahiyên destê me, Fatma Onur di çarçoveya peyureke veşartî ya ji Qendîlê de şandine Şengalê û ji bo şopandina xebatên îstîxbaratê yên li Şengalê bi berpirsyariyê hatibû erikdarkirin.

Fatma Onur di salên 1990 ê de ji Îngilîstanê tevlî rêxistina PKKê bû, bi salane di baskê çekdarî yê rêxistinê da wezîfe kir, Onur ê di sala 2016an de di nava NLP yê de ango îstîxbarata rêxistinê li asta berpirsyariyê, hebû û li ser îstîxbaratê perwerde dida endamên rêxistinê.

Pustên heman beş