Bi sedema PKKê 32 kes hatin desteserkirin

mardin-pkk-edene

Li 9 parêzgehên ku navenda wê Mêrdîn bû operasyonek hat encamdan û bin hinceta PKKê 32 kes hatin desteserkirin. 23 kesên piştî îfadeya li Rêveberiya Ewlehiyê hatin berdan, ji kesên bo dadgehê hatin şandin jî 5 kes hatin girtin.

Rêveberiya Ewlekariya Mêrdinê, di daxuyaniyekê de ragihand ku di çarçoveya fermana Serdozgeriya Komarê de li Mêrdîn, Stenbol, Edene, Antalya, Bursa, Mêrsîn, Amed, Şirnex û Nîgdeyê bi “deşîfrekirina kiryar û çalakiyên PKKê” operasyoneke hemwext hat lidarxistin.

Li gor daxuyaniyê di wê operasyinê de 32 kes bi hincêta PKKê hatin desteserkirin.

Di malên kesên hatin desteserkirin de lêgerîn hat kirin.

Ji kesên hatin desteserkirin 23 kes piştî îfadeya li rêveberiya polîsan hatin berdan.

Ji 9 kesên ku bo dadgehê hatin şandin 5 kes hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Pustên heman beş