Erdogan: Em dê korîdora ewlekariyê ya li sînorê xwe temam bikin

erdogan-riha-rojava

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê operasyoneke bejayî ya gengaz a li ser Rojavayê Kurdistanê de got “Li seranserê sînorê başûr em dê tekez korîdora ewlehiyê temam bikin. Êrîşên rêxistina terorê û yên ku xefsarê wê di destê xwe de digirin dê nikaribin vê biryarê vegerînin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemiyê 3ê Kanûna 2022ê li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê beşdarî vekirina rêze çalakiyan bû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê got ew cûdahiyê naxin navbera koçberên Sûrî û welatiyên xwe.

Erdogan di gotara xwe ya li vê derê behsa kiryarên desthilata xwe kir û got ji bo rewşa aborî ya cotkaran dê alîkariyê bidin û hewl didin pirsgirêkên wan çareser bikin. Herwiha yek ji mijaran jî egera operasyoneke bejahi bo ser Rojavayê Kurdistanê bû lê Erdogan derbarê mijarê de tenê got ewê kar û xebata xwe ya korîdora ewlekariyê temam bikin.

Pustên heman beş