PKKe: “Qîbleta Arjînê Apo bû”!

pkk-kck-hpg-zarok-kurd-kurdistan-besta-botan-turkey-army-arjin-nergiz-info

Arjîn zarokeke Kurde, xewn û hêviyên wê yên mezin hebûn, lê qedera reş “PKKê” nehişt ew bi hêviyên xwe şad bibe, PKKê ew revand û berê wê dan mirinê, mirina wê veşartî hişt û paş derbasbûna 6 salan ji nû ve hatîye û bi bêexlaqî dibêje: “Xewn û hêviyên Arjînê tunebûn, tekane hêvî û qîbleta Arjînê Apo bû, ew rojeka bi tenê jî ji wê qîbletê derneket”!.

Rêxistina PKKê, ji destpêka damezrandina xwe û ji boy çêkirina şervanan pişt bestin li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê kirî ye, bi hezaran zarok revandine, dane kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştî ye.

“Nêrgiz Akşîn” zarokeke Kurde, ew li Mêrsînê ji dayîk bibû, PKKê ew li sala 2014 ê revand û birin çiya û li wir mejîkê wê şûşt û navê wê guherand kirin Arjîn, arjîn weke di wêney de diyar hêjan di temena zaroktiyê de ye, ew li sala 2017an li herêma Bestayê ya Şirnexê bi destê artêşa dewleta Tirk tê kuştin.

PKKê îro roja şemî 3/12/2022 û paş derbasbûna nêzî 6 salan ji nû ve hatîye û mirina Arjînê îlan kirî ye, di pesnê wê de jî pir bi bêexlaqî dibêje: “Qîbleta Arjînê rêbertî bû, Arjîn rojeka bi tenê jî ji wê qîbletê derneket”.

PKKe ku bûye Qedera Reş bo zarokên Kurdan, bi hezaran zarok ji deriyên malên wan, ji rîya dibistanan revandine, bi darê zorê ji day û bavên wan stendine û berê wan daye mirinê, PKKe zarokên Kurdan weke sotemenîya şerê xwe yê saxte bi kar tîne, wan di revîne û di kuje û di nerîna vê rêxistinê de, heya ku ev zarok xwe ji boy Apo nedin kuştin, layîqî wî dernakevin!!.

Pustên heman beş