Daxwaza Demîrtaş a hevdîtina bi Ocalan re tê çi wateyê?

Daxwaza Demîrtaş a hevdîtina bi Ocalan re tê çi wateyê ?

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji girtîgeha Edirneyê, daxwza hevdîtinekî ji Abdullah ocalan kir. Demirtaş bi vê mebestê serî li wezereta Dadê da ku iznê bidinê da herê Îmralî Ocalan re hevdîtinekî bike. Lê heta niha tu bersivek ji Demirtaş re nehatiye û ihtimala bersiva wî jî neyê dayîn.

Lê aliyên siyasî vê yekê awayên cuda denirxînin. Ji ber vê yekê, daxwaza Demîrtaş ku ne mimkun e encamên erênî derxe tê çi wateyê? Gelo ev însiyatîf tevgereke nû ya “pêvajoya çareseriyê” ye? Ev pirs tê kirin û bersiva vê jî tenê desthilata heyî û Erdogan dikare bide. Lê aliyên çepên hevkarên HDPê vê yekê gelek bi hesasî dinirxînin û tirsa wan a herî mezin ewe ku, Ocalan ber bi desthilatê ve herî û bandorekî li dengên HDPê bike. Hingê hemû planên wan yên ji bo hilbijartina têk diçe.

Ji berî niha du mehan jî Demirtaş bi rêya HDPê daxwaza hevdîtinekî li Ocalan kirîbû. Demirtaş ev daxwaziya xwe ji berpirsên HDPê re gotîbû. Lê tê îdia kirin ku HDPê ev yek di cih de neditîbû.

Demîrtaş êvara Çarşemê di daxuyaniya ku ji Halk TV re şandibû de,dabû xûyakirin ku, dema ji bo hevdîtinê serlêdan kiribû, bal kişandibû ser wê yekê ku “tiştekî herî biçûk an jî agahiya ku dê pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê bike tuneye.

Herkesek li gora xwe vê helwesta Demirtaş dinirxîne, lê ji şovek siyasî pêde ne tişteke.

Pustên heman beş