Li Qamişlo otomobîlek teqiya

Li Qamişlo otomobîlek teqiya

Li bajarê Qamilşo otomobîlek teqiya û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.

Li gorî jêderên xwecihî, Otomobîlek ku karmendên Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser tê de bûn li bajarê Qamişlo teqiya û di encamê de birîndar hene.

Heta niha ti daxuyaniyên fermî derbarê vê teqînê de ji aliyê Rêveberiya Xweser û hêzên Asayişa Qamişlo ne nehatine dayîn.

Ev teqîn di demekê de ye, Tirkiye ji 20ê Mijdara 2022an ve bi riya firokeyên şer, dron û topxaneyê dest bi operasyoneke li ser navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û naveçeyên di bin kontrola HSDê de kiriye û gefa destpêkirina êrîşeke bejahî jî dixwe.

Pustên heman beş