Tirkiyê kuştina berpirseka PKKê li Rojavayê Kurdistanê ragehand

Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li Rojavayê Kurdistanê ragehand

Saziya Îstixbarata Mîlî (MÎT)  a Tirkiyê ragehand, di operasyonekî de yek ji berpirsên YPG/PKKê ya eyaleta Eyn Îsa ya bi navê Sîham Mislih hatiye bê bandor kirin.

Li gor daxuyaniya MÎT a Tirkiyê ragehandiye yek ji berpirsên eyaleta Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Sîham Mislih a wek Mizgîn Kobanê tê naskirin di operasyoneke taybet de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor Ajansa Anadolu ku nûçe spartiye çavkaniyên ewlehiyê, Sîham Mislih li herêma operasyona ‘’Kaniya Aştiyê) li hember hêzên ewlehiya Tirkiyê çalakî rêxistin kirine û bixwe jî beşdarî gelek çalakiyên li hember hêzên ewlehiya Tirk bûye.

Hat ragehandin berpirsa YPG/PKKê Sîham Mislih bi operasyoneke MÎTê ya li Eyn Îsa hatiye bê bandor kirin.

Pustên heman beş