Li Sêrtê operasyona leşkerî hat destpêkirin

Sêrtê operasyona

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê artêşa welatê wan operasyoneke leşkerî daye destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Duşemê 5ê Kanûna 2022ê, li parêzgeha Sêrtê bi hinceta PKKê operasyonek bi navê “Eren Dorpêç Payîz-Zivistan-16 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.

Wezareta Navxwe ragihandiye ku dê operasyon li navçeya Berwarî ser bi parêzgeha Sêrtê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ya Sêrtê ve bê birêvebirin û 533 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar bibin ku ji 37 tîman pêk tên.

Operasyonên artêşa Tirkiyê li navçe û parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê bi salan e berdewam in.

Sala borî jî li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên bi navê “Eren-Dorpêç –Zivistan” hatibûn destpêkirin û heta niha berdewam in.

Pustên heman beş