PKKê zarokekî din li sînorê Silêmaniyê da kuştin

pkk-pjak-yrk-rojhelat-kurdistan-gerila-zarok

Baskê çekdarî yê PJAKê, Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK ê) ragihand, Gerîlayekî wan li çiyayê Asosê li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di encama êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de canê xwe ji dest daye, ev gerîla weke rêxistinê wêneyên wî parvekrîn hêjan di temena zaroktiyê de ye.

YRK ê îro roja duşemî 5/12/2022ê nasnameya çekdarekê xwe yê zarok aşkere kir ku li çiyayê Asos li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ketiye ber êrîşeke balafirên dewleta Tirk û canê xwe ji dest daye.

YRK ê diyar kir, navê Gerîlayê wan Sîpan Silêman Hesen û nasnavê wî “Serhed Rojava”ye û di encama êrşeke esmanî ya Tirkiyê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyekê de tê gotin, ku ew Gerîlayê wan xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û sala 2019an li sînorê parêzgeha Silêmaniyê tevlî refên PJAKê bûye.

Pustên heman beş