PKKê ev jî kuştin û got: “4 fedayên mînak yên Apo”

pkk-kck-hpg-zarok-kurd-kurdistan-zap-turkey-army-(1)

Rêxistina PKKê nasnameya sê keç û xoretekî din yên Kurd eşkere kir ku li meha rabûrî li Zapê ketine ber êrîşên dewleta Tirk, PKKê di pesnê wan de gotiye: “4 Fedayên mînak yên Apo”!.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê nasnameya 4 çekdarên xwe eşkere kir ku li 25 mijdara îsal 2022ê li devera Zapê ya Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

Navê wan wisan e:

Veslî Arvîş, Nûpelda Polat, Havva Alkan û Omer Açan ku ji bajêrê Bzîd, Amed û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê ne.

HPGê di pesnê van ciwanan de gotîye: Ew milîtanên hêja yên Apo bûn, ew fedayên Apo bûn, wan ji zaroktiya xwe Apo û felsefa Apo naskirbû!.

PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ew ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan dide mirinê, PKKe zarokên Kurdan di revîne û bi destê artêşa dewleta dagîrker dide kuştin û piştre tê û dibêje: Ew layîqî Apo derketin!.

Pustên heman beş