Gelo ma Kurd zarokên xwe xwedî dikin daku fedayê Apo bên kirin?

pkk-kck-hpg-zarok-kurd-kurdistan-wan-turkey-army

Rêxistina PKKê weke her roj duh jî, nasnameya 5 ciwanên Kurd eşkere kir ku du salan berê dane kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir, PKKê vê carê ne tenê mirina wan veşartî hiştibû, lêbelê îro hatiye bi rûqaymî bi zimanê van ciwanên belengaz yên mirî gotî ye: Em bûn milîtanên mînak yên Apo!!

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja sêşemî nasnameya 5 çekdarên xwe eşkere kir ku li 24 îlona sala 2020ê li sînorê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne, paş derbasbûna du sal û mehekê ji nû ve hatiye û mirina wan îfşa kirî ye. 

Navê wan wisane:

Delal Elî – Ji Kobanê.

Hemîd Tiryakî – Ji Êlehê.

Şervan Mamo – Ji Efrînê.

Reşîd Orûk – Ji Wanê.

Esxer Qordoymîlan – Ji Maku.

HPGê di pesnê van ciwanan de gotîye: “Ew milîtanên hêja yên Apo bûn, ew fedayên Apo bûn, wan ji zaroktiya xwe Apo û felsefa Apo naskirbû”, her wiha paş derbasbûna 2 salan li ser can ji destdana wan, duh bi navê wan û zimanê wan gotiye: Em bûn milîtanên mînak yên Apo!.

PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ew ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan dide mirinê, PKKe zarokên Kurdan di revîne û bi destê artêşa dewleta dagîrker dide kuştin û piştre tê û dibêje: Ew layîqî Apo derketin! Her weke Kurd zarokên xwe xwedî dikin daku wan fedayê Zilamê Îmraliyê bikin

Zarokên Kurdan ji boy PKKê sotemenîya şer in, PKKe her roj wan dide kuştin û piştre propagandayê bi wan dike, berjewendiyên rêxistinê bi wan di qedîne, wan di rîyekê de feda dike ku tu pêwendîya wê bi Kurd û Kurdistanê ve tune.

Pustên heman beş