Kalkan vekirî got PKKe dê Zapê û Avaşînê ji Tirkiyê re çol bike

zapoparasyon-info

Duran Kalkan yê rêveberê PKKê, di daxoyanîya xwe ya herî dawiyê de vekirî got ku PKKe dê xeta Zapê û Avaşînê ji dewleta Tirkiyê re çol bike.

Duran Kalkan endamê desteya rêvebir ya PKKê ji têlefîzyona partiya xwe Medya Heber axivî û nirxandina rojevê, êrîşên dewleta Tirkiyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê kir û got: “Li pêşiya wan şerekî dijwar heye, ne diyare Tirkiye li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyonê bike yan na? Lê eger operasyoneke nû bike, ewê li dijî xeta Zap û Avaşînê be”.

Gelo ev gotina Kalkan dihête çi wateyê?

PKKe di 10 salên rabûrî de yekem car bi awayek veşartî li bin navê berxwedanê hêdî hêdî navçeyên Başûrê Kurdistanê ji artêşa Tirkiyê re çol kirin, piştre û taybet li 3 salên dawiyê eşkere deverên sitratecîk yên ku 30 salan di destê wan de bûn, ji boy Tirkiyê hiştin şerê dimekî li xeta sînor dihat dîtin, îro gihaye nava gundên Başûr û dorbera bajarokan.

Duran Kalkan jî îro hatiye û dibêje: «li pêşiya me pêvajoyek heye, heger Tirkiye operasyonê pêk bîne wê li dijî xeta Zapê û Avaşînê be», ev gotin jî dihête wê wateyê ku PKKe hemû amadehî kirine Zapê û Avaşînê hinek şerên û pevçûnên saxte lê encam bide û piştre wan navçeyan ji Tirkiyê re vala bike, weke çawa li du salên rabûrî herêmên Zinara Kêste, dehan gundên Berwarî Bala, bilndahiyên Xamtirî, berê jî çiyayê Şekîf û Xakurk û berya çend mehan jî Kurejar ji Tirkiyê re hiştîn.

Rêxistina PKKê pêşî ku her navçeyeke Kurdistanê radestî Tirkiyê bike, amadehiyê û zemînesaziyê ji boy vê radestkirinê çêdike, ewl endamên konseya birêvebir yên rêxistinê weke Karayilan, Kalkan, Karasu û yên din li medyayê derdikevin û nirxandinê û şîroveyên eskerî dikin, dibêjin li pêşiya me ew qas xeterî heye, piştre dema Tirk êrîşê dike dîsa li medyayê derdikevin û dibêjin em berxwedanê silav dikin, şerê man û nemanê yê li Zapê tê kirin, lê piştr û di nava 3 rojan de ew herêma şer ji boy Tirkiyê tê çol kirin û PKKe bi yêk carî li wir wenda dibe, bi kurtasî şerekî saxte, fedakirina dehan zarokên Kurdan û piştire bazdan, PKKe vê dike, ji bo ku piştir bibêje min şer kir, min berdêl dan, lê ya rast tifaqa valakirina wan herêman berya êrîşê li nêvbera Tirkiyê û PKKê hatiye nîqaş kirin û biryar li ser hatiye girtin.

Berê Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê zêdetir, li Başûrê Kurdistanê ye

Kalkan bo Medya Haber ê dibêje: “Di pêvajoya pêşiya me de, şerekî dijwar dê rû bide. Gelo ev şer dê li Rojavayê Kurdistanê jî belav bibe yan na? Biryara vê dê hikûmeta AK-Partî û MHPê bide. Eger Tirkiye bikare êrîşeka nû bike, dê li dijî xeta Zap û Avaşînê bike”, ya rast ev gotin êtîrafa raste rast ya PKKê ye ku pêşwext dibêje bi ihtîmaleka pir mezin xeta Zapê û Avaşînê dê bi derdê Zinara Kêste û Kurejarî biçe!.

Duran Kalkan vê axaftinê di demekê de dike ku Tirkiye bi berdewamî gefa operasyonê li dijî Rojavayê Kurdistanê dixwe, lê li gorî vî berpirsê PKKê, berê Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê zêdetir, li Başûrê Kurdistanê ye.

Arteşa Tirkiyê ji 18ê nîsana borî ve li Zapê dest bi operasyonê kiriye û bi nêzikbûna zivistanê û keş û hewaya xirab a navçeyê re jî dirêjî dide operasyona xwe.

Rêxistina PKKê li sala 2020 ê û li gorî pîlaneke xwe ya qirêj bi dewleta Tirkiyê re, bi çar qunaxan hejmareke herêmên sitratecîk yên Başûrê Kurdistanê teslîmî Tirkiyê kirin, xeta Zapê û Avaşînê jî dê qonaxa pêncemîn ya vê pîlanê be.

Pustên heman beş