Bi êrîşa ser Zêlkan PKK’ê gomana terorê ser 600 xwendekarên êzdî çêkirye

Bi êrîşa ser Zêlkan PKK’ê gomana terorê ser 600 xwendekarên êzdî çêkirye

Dawî êrîşa ser baregeha “Zêlkan” ya artêşa Tirkiyê, PKK’ê bi alîkariya Heşda Şebî ku ew jî beşeke jê, ji banê yêk ji xaniyên li Başîkê encam da, ev xanî PKK’ê bi navê xwendkarên êzdî yên li zanîngeha Mûslê, bi kirê girtibû.

Baregeha Zêlkan ya artêşa Tirkiyê ku dikeve navçeya Başîkê ya li sînorê parêzgeha Neynewayê, li roja 4/12/2022 rastî êrîşeke bi roketan hat, di danê şevê de 6 roket bi hawîrdora wê baregehê ketin ku ji banê yêk ji malên li Başîkê hatibûn avêtin.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” li deşta Neynewayê, agahiyên taybet derbarê êrîşê bi dest xistine û eşkere kirin, şaneyên PKK’ê yên li Başîkê xaniyê ku êrîş jê hatîye encam dayîn bi navê xwendkarên êzdî yên zanîngeha Mûslê bi kirê girtibû û hinek kes bi navê xwendkarên êzdî tê de hewandibûn.

Çavkaniyên me destnîşan kirin, endamekî fewca 80 ya heşda PKK’ê, ew kes weke xwendkarên êzdî yên Şengalê nasandin û piştre ji boy berjewendîya PKK’ê erkdar kirin, wan êrîş bi rîya bernameyekî kontrolê encam da û rokethavêj li ser banê malê danan û arastey serbazgeha Zêlkanê kirin û reviyan.

Agahiyên destê me diyar kirine ku paş êrîşê û heya îro saziyên ewlekariyê yên Îraqê li ser xwendekarên êzdî yên Şengalê bi goman ketine û dema xwendekar hatin û çûnê li nêvbera Başîkê û Şengalê dikin, wan ji pasan diînin derê û pişkinîneke tund ji wan re dikin, carna jê re dibêjin ji bo ku hûn derbas bibin pêwîste forma ewlekariyê binivîsînin û nivîsa zanîngehê jî bi we re be.

Çavkaniyên pêgeha me destnîşan kirine ku ev rêkar bûne cihê nîgeranîya xwendekarên êzdî yên li zanîngeha Mûslê ku hejmara wan bêhtirî 600 kesane û piranî jê xanî bo xwe li Başîkê bi kirê girtine.

Rêxistna PKK’ê bi vî awayî dijatiya gelê êzdî, kurd û kurdistanê dike, vê rêxistnê weke çawa şer û berxwedana xwe ya saxte anî ye şengalê û herêma kurdistanê, niha ew hewl dide bi van çalakiyên xwe yên xirş û betal yên li ser serbazgeha Zêlkanê, Tirkiyê îstîfzaz bke û dibe sedem ku Tirkên dagîrker şengalê bordoman bikin, ji alîyekî din ve PKK’ê bi vê êrîşê gelê êzdî yê aştîxwaz kirine cihê gomanê û terorîst û rewş gihaye astekî wusa ku êdî Êzdiyên Başîkê û yên Şengalê li ber yêk kirine reşe û ji hev ditirisn.

Pustên heman beş