Konseya Ewropayê careke din daxwaza azadkirina Demîrtaş kir

Konseya Ewropayê careke din daxwaza azadkirina Demîrtaş kir

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê careke din daxwaza azadkirina Selahedîn Demîrtaş dike.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 6ê, 7ê û 8ê Berfanbarê de civiya û di wê civînê de careke din bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş azad bike.

Demîrtaş ji sala 2016ê ve li girtîxaneya Edîrneyê zindanî ye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di sala 2020ê de biryara azadkirina wî dabû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganî li dijî biryarê derketibû û gotibû ew pabendî wê biryarê nabin.

Pustên heman beş