Îranê derbarê 6 girtiyên Kurd de biryara bidarvekirinê da

iran executions-kurd

Cezaya bidarvekirinê bi ser 6 girityên xwepêşandanên bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê de hat sepandin.

Li gorî wan zanyariyên ji nav bajarê Şinoyê, ew 6 welatî di dema xwepêşandanên bajarê Şinoyê de hatine desteserkirin, Dadgehqa Şorêşê ya Urmiyê cezaya bidarvekirnê bi ser wan de sepandiye.

Her yek ji, Ferhad Tehazade, Ferzad Tehazade, Karwan Şahî Perwane, Hejar Hemîdî, Şehram Meirûfî Mewla û Riza Îslamdost heftiya derbasbûyî hatine darizandin.

Du ji wan birayên hev in, Ferhad û Ferzad Tehazade.

Li gorî amarekê ku saziyên hikûmî û emnî li Şinoyê amade kirine, di derbarê xwepêşandanan de, ji destpêka xwepêşandanan ve li Şinoyê hezar û 8 kes hatine desteserkirin  û birîndarbûna 276 kesan jî li Şinoyê hatiye tomarkirin.

Pustên heman beş