PKKê 3 ciwanên din yên Kurdan dane kuştin

Rêxistina PKKê nasnameya sê ciwanên din yên Kurd eşkere kir ku du mehan berê li Metînayê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe wenda kirine û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê nasnameya 3 çekdarên xwe eşkere kir ku li 26 mijdara îsal 2022ê li çiyayê Metîna yê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne, ev 3 ciwan jî weke bi sedan ciwanên din, du meh li ser mirina wan derbasbûye ji nû PKKê nasnameya wan eşkere kir.

Navê wan wisane:

Diyar Solmaz ji Amedê, Yonca Gukalp ji Wanê û Çekdar Ogûz ji Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê ne.

HPGê di pesnê van ciwanan de gotîye: Ew milîtanên hêja yên Apo bûn, ew fedayên Apo bûn, wan ji zaroktiya xwe Apo û felsefa Apo naskirbû!.

PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ew ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan dide mirinê, PKKe zarokên Kurdan di revîne û bi destê artêşa dewleta dagîrker dide kuştin û piştre tê û dibêje: Ew layîqî Apo derketin!.

Pustên heman beş