Hevpeymaniya Navdewlet: Ligel HSDê weke hevkar dimînin

Hevpeymaniya Navdewlet: Ligel HSDê weke hevkar dimînin

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, ew ê ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bimînin, ji bo jinavbirina DAIŞê.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî duhî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re gereke hevbeş li gundên rojhilatê bajarê Qamişlo pêk anî.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî gereke leşkerî ya asayî ku ji 5 tankên Bradley, du firokeyan û otombîleke leşkerî ya “HSD” pêk dihat, ji binkeya Rimêlanê dest pê kiribû û li gundên herêmê geriyan û piştre vegeriyan Rimêlanê.

Di vê derbarê de, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê (DAIŞ) di twîteke de ragihand, gerên hevbeş ên di navbera wan û HSDê de belgeyek e pabendbûna wê bi peydakirina aramiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê û rûbirûbûna DAIŞê li herêmê nîşan dide.

Destnîşan kir jî, ew ê ji bo jinavbirina DAIŞê û bihêzkirina aramiya herêmê, ew ê ligel HSDê wek hevkar bimînin.

Piştî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de, HSDê operasyonên xwe yên ligel Hevpeymaniya Navdewletî rawestand, lê ji 12ê vê mehê ve dîsa dest bi gerên hevbeş kirin.

Pustên heman beş