PKKê Arîn di 7 saliyê de revand û di 14 saliya wê de kuşt

Pkk-hpg-koban-zarok-kurd (1)

Rêxistina PKKê nasnameya komeke din a ciwanan eşkere kir ku 10 rojan berê li çiyayê Metînî dane kuştin, yêk jê keçeke bi navê Arîn ku hêjan di temena zaroktîya xwe de ye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja duşemî nasnameya 3 çekdarên xwe eşkere kir ku li l 10 kanûna îsal 2022 li çiyayê Metînayê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dane, yêk jê keçeke Rojava Kurdistanê ye ku rêxistinê li sala 2013ê revandbû.

Arîn weke di wêney de diyar hêjan di temena zaroktiyê de ye, hema bêje 15 yan 16 salî ye, di vîdyoyeke wê de ku ajansa PKKê ANF ê parvekirî ye, Arîn bi devê xwe dibêje ez li sala 2013ê tevlî bû, wate PKKê ew di 7 saliya wê de revandbû.

PKKe ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, Arîn yêk ji wan zarokan bû yên ku PKKê ew ji boy kuştinê revandî, PKKe zarokên Kurdan weke sotemenîya şerê xwe yê saxte bi kar tîne, wan di revîne û berê wan dide mirinê, piştre tê û bi rûqayîmî dibêje ew hêjayî Apo derketin!!.

Pustên heman beş