Ocalan sala 2001ê derbara Celal Talabanî çi gotibû parêzerên xwe?

Ocalan sala 2001ê derbara Celal Talabanî çi gotibû parêzerên xwe?

Ocalan 7 Sibata 2001 li hevdîtina xwe ya li gel parêzeran weha gotibû:

Min Talabanî di sala 1991 de fehmkir. Destpêka sîyaseta wî ya li hember min jî vedigere wê serdemê.

Navenda Siyaseta Talebanî li Londonê ye. Ew hevkarê hêzên navneteweyî ye. Li Tirkiyeyê jî bi Tansû Çîller re têkiliyên wî hene. Çima Talabanî bi hatina xwe re demildest Çîller hevdîtin dike? Dibêje; “Li Tirkiyeyê siyasetmedarê ez di ecibînim Çîller e.” Damezrênerê YNK ê Aram tasfiye kir. Wî bi sedan kes ji rêxistina xwe kuştin. Li dijî Kasımlo pîlanek çêkir û bi destê Îranê da kuştin. Talebanî dixwaze baskê welatparêz tasfiye bike. Dixwaze me ji tasfiye bike. Ji tengasîyen xwe min erkdar dibine.

Ez sedema qedexeyên li vir sermin çêdibin bi serdana Talabanî ya dawî ya Tirkiyeyê ve girê didim. Haya Tirkiyê ji vê yekê nîne. Talabanî xwedî hêzeke girîng ê navdewletî ye ku bandorê li Tirkiyeyê jî dike. Wî kêm nebînin. Diçe gel Saddam û dibêje “Ez dikarim te xilas bikim”; Diçe Îranê û dibêje “Eger hewce bike ezê têkiliya we bi Emerîkayê re çê bikim”; Ji Tirkiyê re dibêje ez ê şerê PKK ê bikim. Bi PKK ê re jî veşartî têkiliyan datîne û dibêje “bi Tirkiyeyê re şer bikin”. Min Talabanî di sala 1991 de fehmkir. Destpêka sîyaseta wî ya li hember min jî vedigere wê serdemê. Gelê me zêde fêm nake. Min çend caran hişyarî da hevall Ferhad û Coma, lê hê jî fêm nekirine.

Pustên heman beş