Akar û fermandarên artêşa Tirkiyê gihîştin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

akar-rojava-kurdistan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û fermandarên pilebilind ên artêşa Tirkiyê gihîştin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Tirkiyê, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û fermandarên pilebilind ên artêşa Tirkiyê serdana sînorê Rojavayê Kurdistanê kirin û bi yekîneyên leşkerî re civiyan.

Da zanîn jî, Akar serdana Fermandariya Leşkerî ya Operasyonên Tirkiyê li Sûriyê kir û derbarê rewşa sînor de agahî wergirtin.

Serdana Akar di demekê de ye Tirkiyê daxwaz dike ku HSDê 30 km ji sînorê Tirkiyê dûr bikeve û gefa destpêkirina operasyona leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê dixwe. Li aliyê din jî Rûsya û Amerîka li dijî operasyonê ne û Rûsya hewl dide ku pêwendiyên di navbera Tirkiye û hikûmeta Sûriyê de asayî bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar duhî Şemiyê ragihand ku welatê wî bi Rûsyayê re danûstandinan dike, ji bo asmanê bakurê Sûriyê di operasyoneke dersînorî ya gengaz de bi kar bîne.

Akar li Enqereyê piştî civîna dawiya salê ya ji bo nirxandina xebatên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di konferanseke rojnamevanî de got: “Em bi Rûsyayê re li ser hemû mijaran di nav de danûstendinê de ne, ji wan jî vekirina qada asmanî”.

Akar li ser pirseke derbarê egera hevdîtina wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Rûsya û rejîma Sûriyê de jî got: “Enqere ji bo parastina maf û berjewendiyên welatê xwe, li gor rêkarên guncaw çi pêwîst be dike û di vê çarçoveyê de pêwendiyên xwe dike”.

Her wiha diyar kir jî, Tirkiye ti carî hevdîtin û danûstandinan piştguh nake û ji diyalogê re vekirî ye.

Pustên heman beş