ENKS: PYDe rê nadin serkirdeyên me di Sêmalka re derbas bibin

Sêmalka

Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand, Rêveberiya Xweser rê nade serkirdeyên wê di deriyê sînorî Sêmalka re derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro Yekşemê di daxuyaniyekê de got, “Ji destpêka sala 2013na ve, serkirdayetiya Herêma Kurdistanê deriyê Pêşabûrê/Sêmalka, li ser banga ENKSê vekir, bi armanca sivikkirina êş û azarên gelê Kurd li Sûriyê, û hemû gelên herêmê, ji ber ku xelkê herêmê ji aliyê rêjîma Sûriyê û grûpên çekdar ve di dorpêçê de bûn”.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “ENKS ligel gelek aliyan hertim daxwaza parastina vê deriyê sînorî dikir, ta ku xizmeta hemû gel û pêkhateyan bike û dûrî ajandayên siyasî be”.

ENKS dibêje: “Lê desthilatdarên PYDê, yên ku derî ji alîyê Sûriyê ve kontrol dikin, di çarçoveya fişarên ku li ser ENKSê ferz dike, her çarê rê nade endamên serkirdayetiya ENKSê û Bereya Aştî û Azadiyê di vê derî re derbas bibin, ev jî li dijî rêzikên mirovî yên herî bingehîn e”.

ENKSê nehiştina derbasbûna endamên xwe ji derî re ji aliyê Rêveberiya Xweser ve şermezar kir, di heman demê de bang li Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka kir ku fişarê li ser PYD û Rêveberiya Xweser bikin, ta ku sînorekê ji van binpêkirinan re deynin û derî bê cudahî bikeve xizmeta her kesî de û ta ku ji bo ajandayên xwe yên siyasî bi kar neyînin”.

Deriyê Sêmalka di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye û riyeke sereke û girîng ê aborî, çûnûhatina xelkê, rêxistinên mirovî û yên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ye.

Pustên heman beş