PKKe bi derxistina aloziyan li Parîsê dixwaze wêneya Kurdan reş bike

Ebdulbasit Hemo-pkk-paris-darkamazi

Siyasetmedarê Kurd Ebdulbasit Hemo derbarê karvedanên tund ên li Fransayê de got, “PKK dixwaze wêneya Kurd û doza gelê Kurd li cem Ewropiyan û dostên Kurdan reş bike”.

Ebdulbasit Hemo derbarê bûyera êrîşa roja 23ê vê mehê ya li ser Navenda Çandê ya Ehmed Kaya ya Parîsê de ku tê 3 Kurd hatibûn kuştin got: “Li Ewropayê berê jî gelek caran bûyerên tundiya li dijî biyaniyan rû daye, ne tenê li Parîsê, lê li gelek welatên din jî, ji ber ne her kesek dikare kesên biyanî qebûl bike. Lê vê carê Kurd mixabin bûn qurbaniya vê kîn û zikreşiyê”.

Her wiha got: “Lê di heman demê de, xwepêşandanên ku tundî nîşan dane û alozî derxistine jî, wêneya Kurd û doza gelê Kurd li cem Ewropiyan û dostên Kurdan reş dike”.

Hemo got jî: “Ev karvedanên tûj û xirapkariya ku li Parîsê hatine kirin, wêneyek nîşan da ku Kurd hov in û ne yên aştî û demokrasiyê ne û nikarin bi diyalog û danûstandinan daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber vê yekê, ev karvedan û xirapkarî, dikevin xizmeta dijminên Kurdan”.

Her wiha got: “Karvedanên li Parîsê û bilindkirina alên PKKê û wêneyên Ocelan, bûyerên sala 1993an ên li Almanyayê tîne bîra me, wê demê jî riyên Almanyayê hatin girtin, tirên hatin sekinandin û ziyan gihîşt aboriya wî welatî, tevî ku Almanya pêşwazî li Kurdan dike. PKKê piştî şerê çekdarî ya sala 1984an ku gund û bajarê Kurdan vala bûn, PKKê Kurd neçar kirin ku koçberî welatên wek Almanyayê bibin û li wir jî ew ji xwe re kirin wek êzing û ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Îro ev bûyerên li Parîsê, dubarekirina wan bûyerên li Almanyayê ye”.

Da zanîn jî, “Ev kiryarên ku îro PKKê dike û Ewropa dike meydana xwe ya şer û xebatê, Kurdan ji maf û daxwaza wan a sereke dûr dixe”.

Bal kişandine ser wê yekê ku “PKK bi bilindkirina alên PKKê û wêneyên Abdullah Ocalan, dixwaze nîşan bide ku qeder û çarenivîsa Kurdan di destê Ocalan û şekeftên Qendîlê de ye. Ev jî tê wê wateyê ku revenda Kurd li Ewropa bi temamî bi erkê xwe ranebûye û tevgera siyasî ya Kurdistanê lewaz e. Divê revenda Kurd û tevgera siyasî ya Kurdistanê rê nedaba ku wêneya Kurd wiha bê reşkirin”.

Hemo destnîşan kir jî, “Fransa dosta herî nêzîk a Kurdan e û Serokê Fransayê serdana Paytexta Kurdistanê kiriye û piştevaniya gelê Kurd û Îranê dike, PKKê dixwaze Fransa bi pirsgirêkên navxweyî mijûl bibe. Doza gelê Kurd, dozeke aştî, demokrasî û rewa ye, lê PKKê her tim Kurdan dikişîne newala terorê û dixwaze doza gelê Kurd bixin di xizmeta dijminên Kurdan de”.

 

Pustên heman beş