Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir hat girtin

DBP-HDP-PKK

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Bajarê Amedê ya DBPê Hayrettîn Altun hatin girtin. Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz û Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî biryara girtinê ya dadgehê dan.

Di 23ê Berfenbara 2022an li 9 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê operasyonên hevdem hatin kirin û di encam de 15 kes hatibûn desteserkirin.

26ê Berfenbara 2022an her 15 siyasetmedarên desteserkirî piştî  4 roj ji mana li navenda ewlekariyê bo dadgehê hatin veguhastin.

Li Dadgeha Amedê îfadedayîna wan dest pê kir. 13 kesên ku karê îfadeya wan li Dadgeha Amedê bi dawî bû, bi şertê kontrola edlî û bi qedexeya derketina dervey welat hatin berdan.

Lê Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBPê yê Bajarê Amedê Hayrettîn Altun bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” hatin girtin.

Pustên heman beş