Qurbaniyên komkujiya Roboskiyê hatin bibîranîn

Qurbaniyên komkujiya Roboskiyê hatin bibîranîn

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya Salvegera Komkujiya Roboskiyê li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê komkujiyê nedin jibîrkirin û heta berpirs werin sizadan dê têbikoşin

Di 11. Salvegera Komkujiya Roboskî de çalakiyên bîranînê û şermezarkirinê tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li Diyarbekirê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiya Amedê li navçeya Kayapinarê di Parka Roboskî de daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Seroka Jûra Bijişkên Diyarbekir Elîf Turan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku dê tekoşîn were dayîn da ku Komkujiya Roboskiyê neyê jibîrkirin û berpirs werin sizadan. Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku bi hênceta kêmasiya belgeyan doz hatiye redkirin.

Doza Roboskiyê di sala 2018an de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatibû redkirin sedem jî wek kêmbûna belgeyan û dereng radestkirina belgeyan nîşan dabû.

Li Tirkiyê jî derbarê komkujiya Roboskî de dadgehkirinek encamdayî pêk nehatiye û hîn ti kes nehatiye sizadan.

Di 28ê Berfanbara 2011an de 34 gundiyên gundê Roboskiya Qilaban a Şirnexê di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Pustên heman beş