Tirkiyê di îsal de 17433 bomb li ser Rojava barandine

turkey-rojava-kurdistan-2022 (2)

Hêzên Sûryeya Demokratîk, bîlançoya êrîşên Tirkiyê yên di sala 2022ê de li ser Rojava Kurdistanê hatine encam dayîn eşkere kirin.

HSDê îro roja çarşemî 28/12/2022 bîlançona êrîşên dewleta Tirk yên di îsal 2022 de li ser Rojava Kurdistanê û hatine encam dayîn û zirarên canî yên sivîlan eşkere kirin, li gorî wê, artêşa Tirkiyê 17 hezar û 433 bomb di îsalê de li ser Rojava Kurdistanê barandine.

HSDe dibêje di sercemê êrîşên ku dewleta Tirk di îsalê de li ser Rojava encam da ne, 59 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 263 birîndar bûne.

Her wiha destnîşan kir, di çalakiyên bersivdayînê de, 44 leşker û 22 çete hatine kuştin, HSDê sala 2022 bi sala herî bi xwîn nav kiriye.

Pustên heman beş