Asayîşa PYDê du endamên PDK-Sê revandin

PDK-S-rojava-kurdistan-pyd-pkk-reveberiya xewser

Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, du endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatin revandin.

Hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve duhî 27ê Berfanbarê endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê Bilind Mela Ismaîl ji nava bajarê Dêrikê revand.

Îro jî hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Hisên Silêman revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Heta niha sedema revandina her du endamên PDK-Sê nehatiye zanîn û daxwaza berdana dimildest a wan her du hevalên xwe kir.

Ji destpêka damezirandina hêzên asayişê li Rojavayê Kurdistanê di sala 2012an ve, endam û serkirdeyên partî û rêxistinên di nava ENKS de ji aliyê wê ve tên revandin û girtin û ofîsên wan jî tên şewitandin. Berpirsên ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê dikin ku berpirsyariyê hilgire û  sînorekê ji van kiryaran re deynin. 

Pustên heman beş