Neşet Zaza: PKK naxwaze aramiya siyasî li Rojava çêbibe

Neşet Zaza: PKK naxwaze aramiya siyasî li Rojava çêbibe

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza li ser revandina endamên PDK-Sê ragihand: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê heta niha girtinên wiha berdewam in.”

Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, du endamên PDK-Sê yên bi navên Bilind Mela Ismaîl û Hisên Silêman ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatin revandin.

Neşet Zaza ji bajarê Dortmund yê Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser revandina endamên PDK-Sê li bajarê Dêrikê diyar kir: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê heta niha girtinên wiha berdewam in, herwiha girtin, kuştin, windakirin ji hêla PKKê û asayîşa ser bi wê ve, an jî ev rêveberiya bi ser PKKê ve li Kurdistana Sûriyê berdewam e.”

Li ser hebûna belgeyên wan derbarê van gotinan de, Neşet Zaza diyar kir: “Ne tenê me belge hene, em bi xwe weke şexs jî, endamê serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye, min pênc hevy di zindanên wan de derbas kiriye, sê caran ji hêla wan ve hatime girtin.”

Neşet Zaza bal kişand ser dema danûstandinên siyasî yên aliyên Kurdî û diyar kir ku di wê demê de hinek rehetî li herêmê çêbû û got: “Lê PKK diyar e naxwaze ku ev rehetiya siyasî di hindirê Kurdistana Sûriyê de çêbibe.”

Pustên heman beş