HSD li Hesekê li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyona “Brûska Cizîrê” dike

HSD li Hesekê li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyona “Brûska Cizîrê” dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi beşdariya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyoneke nû li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li deverên Til Hemîs û Holê yên li parêzgeha Hesekê kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de, destpêkirina operasyoneke nû ya bi navê “Brûska Cizîrê” li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li her du deverên Til Hemîs û Holê ragihand.

Diyar kir jî, ev operasyon ji roja 29ê Berfanbarê û bi beşdariya hêzên asayişê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatiye destpêkirin. Diyar kir jî, operasyon li deverên Til Hemîs û Holê ne ku şaneyên razayî ji wan deveran ve êrîşî li dijî kampa Holê û başûrê Qamişlo dikin.

HSDL di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, ev operasyona ku di çarçoveya pêwîstiyeke tund de û wek bersivekê ji êrîşa DAIŞê ya roja 26ê vê mehê li Reqayê tê, her wiha dê bibe destpêka operasyonên li dijî rêxistina terorîst di sala nû de.

Roja 26ê Berfanbarê hejmarek girtiyên DAIŞê ji baregeha HSDê ya li taxa Diriyê ya Reqayê reviyabûn û piştre jî êrîşê wê baregehê kirin, di encamê de 3 şervanên HSDê û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin.

Pustên heman beş