Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li Dirbêsiyê kirin

Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li Dirbêsiyê kirin

Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş a li gundên Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, îro 29ê Berfanbarê hêzên polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkiyê de li gundê Dirbêsiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş pêk anîn.

Gera çavdêriyê ku bi 4 zirîpoşan û 2 helîkopterên Rûsî pêk hatibû, ji gundê Şêrik ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û di gundên sînorî yên nêzîkî Qamişlo re derbasî bû û piştre ve vegeriya cihê bi rê ketiye.

Piştî êrîş gefên Tirkiyê yên vê dawiyê, gerên hevbeş ên çavdêriyê yên Tirkiye û Rûsyayê ji bo demekê rawestiyabûn, lê pişt re di roja 19ê Berfanbarê de careke din gerên hevbeş yên hêzên polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkiyê de dest pê kiribû û li gundên Kobanê hatibû kirin.

Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a 22 Cotmeha sala 2019an li bajarê Soçî yê Rûsî de tên kirin ku ji bo rawestandina êrîşa Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî hatibû kirin.

Tirkiye û Rûsyayê ji destpêka Mijdara 2019an ve dest bi gerên hevbeş kirin, wek tedbîrekê ji bo şopandina cîbicîkirina bendên rêkeftina “Soçî 2019” bi taybetî mijara vekişîna şervanên HSDê 30 km ji sînorê di navbera Sûriye û Tirkiye de.

Pustên heman beş