PDK ê bersiveke kurt û tund da rêveberekî PKK ê

PDK ê bersiveke kurt û tund da rêveberekî PKK ê

Partiya Demokrata Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de berisva gotnên Zubêr Aydar û raporta malpera “Awêne” li ser gotinên vî endamê rêveberiya PKK ê li dor bikujê kadroya PKK ê li Silêmaniyê Agîhan Akarsel da.

Daxuyaniya PDK ê bi vî awa ye:

Bersiveke kurt ji bo Zubêr Aydar û Malpera Awene

Roja 27.12.2022 Malpera “Awene” raportek belav kiriye li ser gotinên Zuber Aydar Endamê Rêveberiya PKKê yên ji bo televizyona partiya xwe, ku Aydar behsa wî kesî kiriye yê ku roja 4.10.2022 çalakvana PKKê Agîhan Akarsel li nava bajarê Silêmaniyê kuştiye.

Li gorî wê raportê, qaşo Zubêr gotiye: (Kesê ku Agîhan Akarsel kuştiye, em nas dikin û em zanin çi gotiye û dixwest piştî kuştina Agîhan bireve Hewlêrê, lê hat girtin.)

Di destpêkê de û beriya bersivdana kurt û kurmancî bo gotinên Zuber Aydar, cihê ku bala yekî dikşîne helwesta Malpera “Awene” ye, ku wek kesekî ji xwe re hingiv di darekê de dîtibe, li şûna ku herin li ser hurgiliyên bûyera kuştinê lêkolînê bikin, li şûna ku herin li hurgilî û şertûmercên cîbicîkirinê û fermandar û kesên li pişt bûyerê bigerin, hatine bêbextiyan dixin histê Hewlêrê. Hatine gotineke Zuber kirine manşêta raporta xwe, ku neşert e rast be jî. Ma ew gotin bi xwe jî, daxwaz û nêt bû û çênebûye, piştre kî dibêje ku ew gotina wî kesê ku Agîhan kuştiye, rast e? Û ne gotina kesên li pişt wî ne?… Ji wê jî giringtir, eger wî kesî ew gotin jî kiribe, ev yek nîşan û delîl e ji riq û kîneya wan kesên ku jê re li çepkan didin.

Zuber û partiya wî eger xema endama xwe xwaribana û li rastiyan geryabana, gerek berê xwe dabana deselata siyasî û emnî ya cihê ku Agîhan lê hatiye kuştin, ku li bin deselata wan û li ber çavê wan ev kuştin çêbûye. Cihê pirsyarê ye, PKK çima dest ji cih û dem û hurgiliyên kuştina endama xwe berdaye, dest jê berdaye ku kî li pişt wê kuştinê ye û bikuj çek ji kur aniye, lê hatiye bi wê yekê girtiye ku qaşo bikuj dixwest bireve?!

“Awene” gotinên Zuber belav kiriye ku dibêje: “Bikuj gotiye ew ji bo kuştina Agîhan Akarsel çûbû Silêmaniyê û (wana) pere û hertiştek dabûn bikuj.” Em jî li vir dipirsin, (ew kesên ku pere dane bikuj) kî ne û çima Zuber newêre yan naxwaze navê wan bêje?!!

Piştre, eger nêta bikuj hebû bireve Hewlêrê, gelo Zuber û PKK dikarin ji me re bêjin bikujên endamên wan yên din kî ne û li kuderê ne?.. Erê bikujê Kanî Yelmaz berpirsê PKKê yê Ewropa û berpirsê Zuberê bi xwe jî kî ye û li kuderê ye?

Partiya Zuber (PKK) xwedî dîrokeke reş e di kuştin û revandin û hewla tunekirina endamên xwe de. Ne dûr e ku ev gotinên wan û derxistina hincetan û anîna navê Hewlêrê, hewleke din be ji bo veşartina laperekê ji dîroka wan a reş.

Beşê Rewşenbîrî û Ragihandinê yê Partiya Demokrata Kurdistanê

29.12.2022

Pustên heman beş