Rêxistina PKKê nasnameya 5 ciwanên din yên Kurd eşkere kir ku li sala 2017ê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û paş derbasbûna 6 salan ji nû ve mirina wan îfşa kir.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roj yekşemî nasnameya 5 çekdarên xwe eşkere kir ku li sala 2017ê li Herêma Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
HPGê di pesnê van ciwanan de dîsa gotîye: Ew milîtanên hêja yên Apo bûn, ew fedayên Apo bûn, wan ji zaroktiya xwe Apo û felsefa Apo naskirbû!.
PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ew ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan dide mirinê, PKKe zarokên Kurdan di revîne û bi destê artêşa dewleta dagîrker dide kuştin û piştre tê û dibêje: Ew layîqî Apo derketin!.