PKKê û Tirkiyê amarên şer yên 2022 eşkere kirin

په_كه_كه_-تركیه_-ئامار-pkk-turkey-2022

Rêxistina PKKê amara şer ya sala 2022 eşkere kir û li gorî wê, nêzê 3 hezar leşkerên Tirk hatine kuştin, Tirkiye jî dibêje nêzê 4 hezar endamên PKKê hatine kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê ragihand ku di sala 2022ê de, wan 3 hezar û 34 çalakî li dar xistine ku hezar û 232 ji wan şer bûne û di wan çalakiyan de 2 hezar û 942 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 301 Gerîlayên HPGê jî canê xwe ji dest dane.

Li aliyê din wezîrê bergirîya Tirkiyê Hulusî Akar di daxuyaniya xwe ya têkildarî amara sala 2022ê de diyar kir ku 3 hezar û 982 endamên HPGê hatine kuştin.

Her yêk ji dewleta Tirk û rêxistina PKKê her li navbera çend rojan amarên şer parvedikin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lêbelê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî medyayî li dijî hev di meşînin, zirara rastîn ya şer gelê Başûrê Kurdistanê dide.

Pustên heman beş