Diyarbekir.. Du polîsên li welatiyekî dabûn ji kar hatin dûrxistin

Diyarbekir.. Du polîsên li welatiyekî dabûn ji kar hatin dûrxistin

 Li bajarê Diyarbekirê du polîsên ku êrîşê welatiyekî Kurd kiribûn, ji kar hatin dûrxistin û welatiyê Kurd jî hat berdan.

Li gor vîdeoyekê ku di sosyal medyayê de belav bûye, li bajarokê Rezanê ya bajarê Diyarbekirê hejmarek polîs ji bo pişkinînê welatiyek radiwestînin, paşê di navbera wan de alozî derdikeve û polîs li wî welatiyî didin.

Ev vîdeo li medyaya sosyal nerazîbûn û karvedaneke mezin li pişt xwe anî. Di derheqê mijarê de Parêzgariya Diyarbekirê daxuyanî da û ragihand, wan derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin û du polîsên ku li welatiyê Kurd dane jî, ji kar dûr xistine.

Parêzgariya Diyarbekirê da zanîn jî, ew bûyer roja 14 Berfanbara 2022an rû daye û dema polîsan ew welatî pişknîn kirine, di berîka wî de kêr hebûye û dema polîsan xwastine dest deynin ser kêrê, wî hewl daye êrişî polîsan bike, ji ber wê jî rastî berteka polîsan hatiye.

Welatiyê ku piştî 14 rojan di girtîgehê de mabû, di roja sersalê hate berdan û her du polîs jî ji aliyê Rêveberiya Polîsan a Diyarbekirê ve ji kar hatin dûrxistin.

Pustên heman beş