Balefirên şer ên Tirkiyê binkeyên PKKê yên li navçeya Akrê bombebaran dikin

pkk-akre-turkey

Balefirên şer ên Tirkiyê binke û baregehên PKKê yên li navçeya Dînartê ya Akrê bombebaran kirin.

Mesûd Sirûşt ku xelkê navçeya Dinarte ya navçeya Akrê ye ji K24ê re got: “Balefirên şer ên Tirkiyê ji îro danê sibê ve bi tundî binke û baregehên PKKê li navçeyê bombebaran dikin”.

Herwaha got, Balefirên şer ên Tirkiyê baregehên PKKê yên li gundên Kafya, Babona, Sîraniyê û Nîpaxê yên navçeya Dînartê bombebaran kirin.

Ev yek di demekê de ye, Artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022yan ve li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilît kiriye û operasyon heta niha berdewam e.

Pustên heman beş