Demîrtaş malperek bi 4 zimanan vekir lê Kurdî tê de nîne

demirtash-hdp

Selahedîn Demîrtaş ji bo wergirtina pêşniyaran xelkê malperekê vedike, lê zimanê kurdî di malpera wî de nîne.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku niha di girtîgehê de ye, ji bo şandina pêşniyar û nêrînan, duhî lînka malperekê li ser Twitterê belav kir û diyar kir, dê hemû nêrînên ku werin malpera wî, dê bi parêzerên wî bigihin wî û ew ê hemû nêrîn û pêşniyaran bi hûrgilî binirxîne.

Malpera Demîrtaş bi 4 zimanan e û welatî dikarin bi Tirkî, Îngilîzî, Almanî û Fransî şîrove û pêşniyarên xwe bişînin, lê Kurdî di beşa zimanan a wê malperê de nîne.

Nebûna zimanê Kurdî di malpera Demirtaş de, li medyaya civakî ugelek rexne û nerazîbûn ji aliyê şopîneran ve lê hatiye girtin.

Di vê derbarê de Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî, Matîn Pîranî ji ber vekirina vê malpera ya nû Demîrtaş pîroz kir, di heman demê de jî rexne lê girt û nebûna zaravayên Kurmancî û Zazakî di wê malperê de, bi kêmaniyeke mezin bi nav kir.

Pustên heman beş