Li Wanê du serbaz bi tohmeta destdirêjiya li ser jinekê hatin girtin

wan-turkey-army

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê du serbazên bi girêbest ên Tirkiyê bi tohmeta desdirêjiya ser jineke koçber a Efxanî hatin girtin.

Roja 2ê Çileya 2023an li navçeya Sarayê ser bi parêzgeha Wanê 17 koçberên Bengladeşî û koçbereke Efxanî ya bi navê L.M. ku bi qeçaxî xwe gihandibûn parêzgeha Wanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Li gor agahiyên medyaya Tirkiyê belav kirine, ji ber nebûna efsera jin li binkeya polîs, du serbazên girêbest piştî pişkinîn bo L.M. kirine, ew birine avahiya çavdêriyê û li wir destdirêjiya wê jina Efxan kirine.

Herdu serbaz bi tohmeta destdirêjiyê hatine desteserkirin û pişt re bi biryara Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin girtin. Herwiha fermana nehênî mayîna lêkolîna ku ji aliyê Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Sarayê ve tê kirin hat dayîn.

Pustên heman beş