Li ser sînor 12 çekdarên PKK’ê hatin kuştin

Li ser sînor 12 çekdarên PKK’ê hatin kuştin

12 çekdarên YPG’ê baskê PKK’ê yê Rojava Kurdistanê, ketin ber êrîşên artêşa Tirkiyê û jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya wezareta berevaniyê ya Tirkiyê ku îro roja pêncşemê 5/1/2023ê parvekirî ye, li ser sînorê Tirkiyê û Rojava Kurdistanê, komeke din ya çekdarên YPG’ê bûne armanca êrîşên artêşa Tirkiyê.

Wezaretê cîhê ku ev 12 çekdar lê hatine hedef girtin eşkere nekir û tenê go ku wan li herêmên operasyona Mertala Firatê û Çiqlê zeytûnê amadehiya êrîşê dikirin.

Enqereyê di sala 2016an da operasyona Mertalê Firatê dabû destpêkirin, piştre operasyona bi navê mertala Firatê û di sala 2018an de Çiqlê Zeytûnê û di sala 2019an de operasyona bi navê Kaniya Aştiyê.

YPG’ê hêjan tu agahî derbarê 12 çekdarên xwe yên ku îro ketine ber êrîşa Tirkiyê parvenekirine.

Pustên heman beş